Dayik ber Balyozxaneya Îsraîlê bang kirin: Korîdorê vekin

Dayikên Aştiyê yên Stenbolê li dijî êrişên ser Rojava û bêdengiya hêzên navneteweyî li pêşiya Balyozxaneya Îsrailê daxuyanî da û gotin: “Ji bo pêdiviyên mirovî divê korîdor were vekirin.”

Dayik ber Balyozxaneya Îsraîlê bang kirin: Korîdorê vekin
27 ÇILE, 2026   16:39
 NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên HTŞ û SMOyê yên girêdayî Tirkiyeyê êrişî Rojava dikin. Li gel êriş û windajiyên heyî li Kobanê 5 zarokan ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan. 

Li Qamişloyê jî yek jê zarok du kes ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan. Dayikên Aştiyê yên Stenbolê jî têkildarî bêdengiya hêzên navneteweyî yên li dijî êrişên ser Rojava, çalakî li dar xistin. Dayikên Aştiyê duh li pêşiya Balyozxaneya Îngîltereyê bûn, îro jî li pêşiya Balyozxaneya Îsrailê çalakî li dar xistin û bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kirin.

Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.