Li Şamê goreke komî hat dîtin

Li Şamê goreke komî ku tê de nêzî 20 cenaze hene, hate dîtin.

Li Şamê goreke komî hat dîtin
25 sibat, 2025   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku duh li herêma Sebîna ya başûrê Şamê goreke komî hate dîtin.

Li gorî SOHR’ê gora komî di binê girtîgeha rejîma berê ya Baasê de hate dîtin.

SOHR’ê diyar kir ku li ser cenazeyên şopên gule û şewitandinê hebûn. Her wiha destnîşan kir ku di gorê de hestiyên zarokan jî hatine dîtin.

(bb)