Ji bo şehîd Ebdulselam Hacî konê sersaxiyê hate vedan

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê ji bo endamê TEV-DEM`ê şehîd Ebdulselam Hecî konê sersaxiyê veda.

31 tîrmeh, 2025   20:54
QAMIŞLO

Îro li bajarê Qamişloyê ji bo endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) şehîd Ebdulselam Hacî ku   di encama kirîza dil de şehîd bûbû li taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê, li pêşiya mala wî konê sersaxiyê hate vedan.

Di bin konê sersaxiyê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û wêneyên şehîd Ebdulselam Hacî hatibûn daliqandin.

Bi dehan şêniyê bajêr, Meclisa Malbatên Şehîdan, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) amadebûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Ubêd Etê wiha axivî: "Dîsa li Qamişloka Şehîdan ku îro hemû sazî di liv û tevgerê de ne û şehîdê xwe oxir bikin, di saya wan de em heya niha hene.”

Etê wiha berdewam kir: “Em tevlîbûna wan di Saziya Malbatên Şehîdan de pîroz dikin. Baweriya me bi wan heye ku ew ê riya şehîd Ebdulselam berdewam bikin."

Piştre ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Nezîr Sofî axivî: "Em bejna xwe li hemberî hemû şehîdan ditewînin, ji bo vê axa pîroz û bûha me gelek cangorî dan.”

Sofî wiha berdewam kir: "Heya ku ji destê me tê em ê şopdarê riya hemû şehîdên ku di pêkanîna azadiyê de canê xwe feda kirine, dikin."

Piştre hevseroka TEV-DEM`ê Remziyê Mihemed wiha got: "Em sersaxiyê ji malbat û gel re dixwazin, gelê ku şehîdên wan hebin nasname û çanda wan tê parastin.”

Remziyê wiha berdewam kir: “Kesê weke şehîd Ebdulselam ku di deqeya destpêkê û heya roja şehadeta xwe de li ser kar û xebata xwe bû û her tim rû li ken bû. Dibêjin ji bîrkirin îxanet e, ne tenê ku em li bin kon hazir bin em xwedî li wan derdikevin, divê em li pey şopa wan berdewam bikin."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd Ebdulselam Hacî hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(ekîb)

ANHA