Daxuyaniyên El Sîstanî û bersiva Îranê rojevên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de bal kişand ser daxuyaniyên lîderê olî yê şîe yê li Iraqê Elî El Sîstanî û bersiva Îranê ya li hember êrişên Îsraîlê.

Daxuyaniyên El Sîstanî û bersiva Îranê rojevên rojnameyên erebî ne
5 mijdar, 2024   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb bi nûçeyeke bi sernavê "Bangewaziya El Sîstanî ji bo koman peyamek e da ku hedefgirtina Îsraîlê rawestînin" bal kişand ser axaftina lîderê olî yê şîe yê li Iraqê Elî El Sîstanî ku got divê Iraq ji şer bê dûrxistin.

Li gorî rojnameyê, El Sîstanî bi axaftina xwe payemeke veşartî ji komên Heşd El Şebî re şand ji bo ku şîeyên girêdayî Îranê careke din bi bin nekevin, nemaze ku tevgera Hemasê li Xezayê û Hizbullah li Lubnanê gelek tişt ji dest dan û gelek rêveberên her du tevgeran ên siyasî û leşkerî û heta fermandarên Pasdarên Îranê hatin tesfiyekirin.

Rojnameyê ku cih da nirxandinên hin çavdêran, diyar kir ku daxuyaniyên El Sîstanî li ser daxwaza Îranê di xîtaba xwe de banga xweragirtinê kiriye, nemaze ku Îran hewl dide windahiyên xwe yên di encama darbeya Îsraîlê de kêm bike.

Li gorî rojnameyê dema vê daxuyaniyê girîng e, nemaze ku di şeva hilbijartinên Amerîkayê û metirsiyên Tehranê de ku Trump bi ser bikeve, hate dayîn. Rojnameyê destnîşan kir ku îhtimal heye biserketina Trump, Îsraîl êrişên xwe berfirehtir bike.

‘BERSIVÊN TEHRANÊ; HÎNA BI DAWÎ NEBÛNE’

Rojnameya El Exbar behsa bersiva Îranê ya êrişên Îsraîlê yên dawiyê kir. Li gorî rojnameyê bersiv "teqez e" lê dema wê ne diyar e, wekî ku îstixbarata Îsarîlê dibêjê. Jixwe îstixbarata Îsraîlê her roj raporên xwe digihîne ragihandinê û bi rêya ragihandinê digihîne Tehranê jî û gefên bersivdayîna bersivê dide.

Rojname dibêje ku rewş ne li gorî xwestekên Til Evîv û Washingtonê ye, ji ber ku biryara bersivdayînê hatiye dayîn, xuya ye jê venagere. Eger der barê şerên li Lubnan û Filistînê de tiştekî bi dilê îranê çênebe, dê Îran ji biryara bersivdayînê venegere û dê bersiveke ji ya berê dijwartir bide.

(şx/k)