‘Armanca desteserkirina şaredariyan vîna gel e’
Şaredariya Gel a Amûdê û şêniyan desteserkirina 3 şaredariyên Bakurê Kurdistanê şermezar kir û got armanca vê hewldanê, têkbirina vîn û biryardariya gel e.
Xebatkarên Şaredariya Gel û şêniyên bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê bi armanca şermezarkirina desteserkirina 3 şaredariyên Bakurê Kurdistanê ji aliyê desthilata Tirk ve, li ber avahiya şaredariyê kom bûn û daxuyanî da.
Xebtatkara şaredariyê Ezîze Ehmed daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li Bakurê Kurdistanê operasyonên qirkirina siyasî didomîne û hate destnîşankirin ku desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê, bi armanca têkbirina vîn û biryardariya gelê Bakurê Kurdistanê û tunekirina destkeftiyan e.
Di daxuyaniyê de îşaret pê hate kirin ku gelê herêmê bi temamî piştgiriya berxwedana xelkê Bakurê Kurdistanê ya li hember siyasetên qirkirinê dike.
(şx/bb)
ANHA