Daxuyaniya şêwirmenda El Esed û başûrê Lubnanê manşetên rojnameyên erebî ne

Daxyaniya şêwirmenda Beşar El Esed Buseyna Şaban ên der barê normalîzekirina li gel Enqere  de, her wiha şerê li Xeza û başûrê Lubnanê mijarên îro yên rojnameyên erebî ne.

Daxuyaniya şêwirmenda El Esed û başûrê Lubnanê manşetên rojnameyên erebî ne
26 îlon, 2024   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb a Londonê nûçeyek bi sernavê "Sebra Sûriyeyê namîne: Bêyî vekişînê dan û standin bi tirkan ne pêkan e" weşand. Rojnameyê îşaret bi daxuyaniyên şêwirmenda Beşar El Esed Buseyna Şaban kir ku êdî sebra Sûriyeyê li hember necidîbûna Tirkiyeyê ji normalîzekirinê nemaye .

Rojnameyê destnîşan kir ku ji daxuyaniyên Buseyna, hêrsek li hember helwesta Tirkiyeyê xuya dibe. Hate gotin, li gorî çavdêran jî,  ji van daxuyaniyan tê fêmkirin ku Enqere normalîzekirineke ne cewherî dixwaze ku pirsgirêkên bi Sûriyeyê re di serî de mayîna wê li axa Sûriyeyê, çareser neke.

Her wiha rojnameyê diyar kir ku gelek çavdêr got Tirkiye bi zanabûn tirkkirina bakur rojavayê Sûriyeyê didomîne da ku dabîn bike xelkê li wan herêmên ser sînor dimîne, alîgirên wê ne û ji bo wê vê dawiyê tevgerên xwe yên ji bo vegerandina penaberên sûriyeyî li wan herêman zêde kirine.

’METIRSIYÊN BIKARANÎNA ŞERÊ LUBNANÊ LI XEZAYÊ Û VALAKIRINA BAKURÊ WÊ’

Rojnameya El Beyan balkişand ser gûrbûna aloziyê di navbera Hizbullahê Lubnanê û Îsraîlê de û diyar kir ku êrişa leşkerî ya  ku Îsraîlê yên li dijî başûrê Lubnanê dest pê kiriye, gelek metirsî çêkirin ku Til Evîv vî şerî li Xezayê bi kar bîne û bakurê wê vala bike.

Rojnameyê cih da nirxandinên çavdêran ku heke aloziya li eniya Lubnanê firehtir bibe, Xeza dê berdêlê bide, nemaze ku dema rawestandina şerê Xezayê dirêj kir û îhtimala rawestandina wê kêm bûye  û herêmê rûbirûyî şerekî herêmî hiştiye.

Li gorî rojnameyê, "Îsraîl hewl dide bi rêya êrişan xetên sor ji Hizbullahê re diyar bike, lê Hizbullah jî bi israr e ku eniya Xeza û Lubnan hem di şer de hem di aştiyê de wekî yek enî nîşan dide. Helwesta li Beyrûtê hema ya li Xezayê ye ku şer naxwazin an jî nikarin encamên şer tehemul bikin.

Rojnameyê îşaret bi helwesta filistiyan li Xezayê jî kir û wiha şîrove kir" Ji encamên firehbûna şer bi fikar in. Li gorî nêrîna wan, şer li Lubnanê dibe balê ji ser bûyerên xwîndar ên li Xezayê rû didin bikişîne. Dibe Îsraîl mijulbûna cîhanê bi şerê Lubnanê bi kar bîne û komkujiyên hovantir li dijî wan bike."

’DI HEWLDANÊN AGIRBESTA DEMKÎ YA LI LUBNANÊ DE PÊŞKETIN’

Malpera El Erebiya jî cih da agirbesta demkî ya li Lubnanê ku ji roja duşemê ve dest pê kiriye.

Di destpêka nûçeyê de hat hatiye kişandin ser êrişên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê ku di encamê de bi hezaran kes koçber bûn. Hat bi bîrxistin ku li gel bangên navneteweyî û hewldanên DYA-Fransa yên ji bo agirbestekeke demkî heya 21 rojan di navbera Hizbullah û artêşa Îsraîlê de, rayedarekî payebilind ê DYA’yê  bangên hevbeş ên ji aliyê DYA û hin welatên din ên ji bo agirbesteke bi lez a demkî li Lubnanê wekî "Pêşketineke girîng" nirxand.

Rojnameyê cih daye daxuyaniya rayedarekî Hizbullah a "Her lihevkirineke bi Hizbullah re dê  ji hin bengên girêdayî Xezayê jî pêk were." Hate gotin, rayedar  destnîşan kir ku hûrguliyên pêşnumeya DYA-Fransa pêşkêşî Îsraîlê û Hizbullahê hatiye kirine û li bende ne ku di demeke nêzî de bersivê bidin.

Di dewama nûçeyê de hate diyarkirin Hizbullah a ku destekê ji Îranê digire kêmkirina her rageşiyekê li Lubnanê bi agirbesta li Xezayê ve girêdide.

Têkildarî Îranê jî hat destnîşankirin ku ku rayedarên wê gelek caran gotine ew şer naxwaze û bang li welatên rojavayî kirin ku êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê şermezar bikin.

(şx)