Dan û standinên endamtiyê yên Ukrayna û Moldovayê bo YE‘yê ji nû ve dest pê dikin 

Yekitiya Ewropayê ragihand ku dan û standinên tevlêbûna Ukrayna û Moldovayê di nava yekitiyê de, dê sibe ji nû ve dest pê bikin.

Dan û standinên endamtiyê yên Ukrayna û Moldovayê bo YE‘yê ji nû ve dest pê dikin 
13 hezîran, 2026   14:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Ewropayê (YE) ragihand ku dê sibe dan û standinên bi mijara endamtiya Ukrayna û Moldovayê ya nava yekitiyê, dîsa dest pê bikin.

Serokê Konseya Ewropayê Antonio Costa û seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen der barê mijarê de daxuyaniyek hevbeş da û got tevahî welatên endam li hev kiriye ku dan û standinên tevlêkirina Ukrayna û Moldovayê dest pê bikin. Her wiha destnîşan kirin ku ev gav tevî pirsgirêkên mezin jî, pabendbûna her du welatan ji bo reformê nîşan dide.

Yekitiya Ewropayê di sala 2024’an de dest bi dan û standinên endamtiya Ukraynayê kiribû. Lê berî ku bibe endam divê di gelek waran de, ji çandiniyê heta qanûn û dadweriyê, reforman pêk bîne.

Biryara YE‘yê ya destpêkirina dan û standinan, piştî paşketina helwesta Macaristanê hate dayîn, ji ber ku serokwezîrê berê yê Macaristanê Viktor Orban, pêşketina pêvajoya endambûna Ukraynayê asteng dikir. Lê hikumeta nû ya bi serokatiya Peter Magyar, piştî dan û standin û lihevhatinê li ser mafên hindikahiya Macaran li Ukraynayê, destek da pêvajoya endambûna Ukraynayê.