DAIŞˊê li Dêrazorê êriş bir ser hêzên Şamê: 2 leşker hatin kuştin

SOHR'ê da zanîn ku şaneyên çeteyên DAIŞ'ê li dijî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li gundewarê Dêrazorê êrişek pêk anî, di encamê de 2 leşker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

DAIŞˊê li Dêrazorê êriş bir ser hêzên Şamê: 2 leşker hatin kuştin
26 ÇILE, 2024   22:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku şaneyên çeteyên DAIŞ'ê li dijî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê û hêzên girêdayî Îranê li çolistana Şola ya başûrê Dêrazorê êriş pêk anî, di encamê de 2 leşker hatin kuştin û 2 din jî hatin birîndarkirin.

SOHR'ê diyar kir ku di vê mehê de ji aliyê çeteyên DAIŞˊê ve 59 leşkerên hêzên hikumeta Şamê li çolistana Sûriyeyê hatine kuştin.

(mh)