Hêzên Ewlekariya Hundirîn 3 bikarhênerên hişbirê girtin

Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê li Minbicê 3 birkarhêner û belavkerên hişbirê di nav de jinek girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 3 bikarhênerên hişbirê girtin
26 ÇILE, 2024   21:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera fermê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku hêzên wan agahî wergirtin ku hin kes li nava Minbicê hişbirê difiroşin û bi kar tînin.

Li gorî malperê, endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê ew kes şopandin û hat diyarkirin ku jinek hişbirê bi kar tîne û belav dike, piştî agahî û delîl hatin komkirin, hêzê bi ser wan de girt û li gel wan ev tişt desteserkirin:

Hezar û 531 hebên hişbirê 96 gram krîstal

2 gram heşîş

Çeka kilaşînkov tevî 3 mermiyên wê

Amûrên bikaranîna hişbirê.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li welatiyan kir ku çi guman li ser kesên hişbirê bi kar tînin û difiroşin nuqteyên wan ên herî nêz agahdar bikin.

(fr)