Agirbesta Hemas-Îsraîlê: Îsraîlê lîsteya dîlgirtiyên bên berdan wergirt

Desthilata Îsraîlê di roja 3`yemîn a agirbesta navbera wê û Hemasê de, lîsteya dîlgirtiyên ku dê îro bên berdan wergirt. Agahî hene ku dibe agirbest bê dirêjkirin.

Agirbesta Hemas-Îsraîlê: Îsraîlê lîsteya dîlgirtiyên bên berdan wergirt
26 mijdar, 2023   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, desthilata Îsraîlê lîsteya dîlgirtiyên ku dê îro di çarçoveya lihevkirina agirbestê ya navbera wê û Tevgera Hemasê de bên berdan wergirtiye.

Ofîsê têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê “X” ev daxuyanî da: “Rayedarên ewlekariyê lîsteyê piştrast dikin. Me malbatên dîlgirtiyên ku dê wekî beşa sêyemîn ji Xezayê bên berdan agahdar kiriye.”

115 DÎLGIRTÎ HATINE BERDAN

Duh (25 Mijdar) ango di roja duyemîn a agirbestê de, li gorî lihevkirina agirbestê Hemasê 13 dîlgirtiyên îsraîlî berdan. Her wiha 39 jin û zarokên filistînî ku wekî esîr di girtîgehên Îsraîlê de dihatin ragirtin, hatin berdan.

Di roja yekemîn a agirbestê de jî Hemasê 13 jin û zarokên îsraîlî, 10 taylandî û welatiyekî Fîlîpînê berdan. Li beramberî wan Îsraîlê 39 jin û zarokên esîr ên filistînî berdan.

Tê destnîşankirin ku ji 7`ê Cotmehê ve zêdetirî 15 hezar kes ku 6 hezar û 150 ji wan zarok in, hatine kuştin. Li ser wê yekê Hemas û Îsraîlê li ser agirbesta heta 4 rojan li hev kir. Di çarçoveya lihevkirina agirbestê de hejmareke dîlgirtiyên li cem herdu aliyan tên berdan, alîkariyên mirovî û sotmenî derbasî Xezayê tên kirin.

“Agirbesta mirovî” li Xezayê roja Înê (24 Mijdar) ketibû meriyetê.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Filistînê “Wefa”, hejmara esîrên li girtîgehên Îsraîlê 7 hezar û 500 e, ji wana 72 jin, 250 jî zarok in. piştî şerê 7`ê Cotmehê zêdetirî 3 hezar filistînî hatin binçavkirin.

DIRÊJKIRINA AGIRBESTÊ

Li aliyekî din jî, serokê daîreyeke hikumeta Misirê Dîyaa Reşwan got ku “agahiyên xweş” yên têkildarî agirbestê hene.

Reşwan ku bedarî bernameya “Seda El Beled” bû, got: “Dê hewldanên Misirê sibê bi agahiyên xweş ên têkildarî derfeta dirêjkirina agirbesta li Xezayê heta çend rojên din, bi encam bibin.”

(c)