Xebatên paqijkirina mayînan li ser Til El Werid û Enîq El Hewa dest pê kir

Rêxistina El Wisal li ser rêya Til El Werid û Enîq El Hewa dest bi operasyonên rakirin û paqijkirina mayînan kir, ji bo rê li ber vegera koçberan bo gundên di navbera gundewarê rojavayê Zirganê û gundewarê rojhilatê Serêkaniyê were vekirin.

Xebatên paqijkirina mayînan li ser Til El Werid û Enîq El Hewa dest pê kir
23 tebax, 2026   13:20
HESEKÊ

Îro sibê, Rêxistina El Wisal (Reacho) li ser rêya Til El Werid û Enîq El Hewa dest bi operasyonên paqijkirin mayînan kir.

Rêya Til El Werid û Enîq El Hewa rêyeke girîng e ji bo gihîştina gundên rojavayê Zirganê û her weha gundên rojhilatê Serêkaniyê. Paqijkirina wê beşek ji hewldanên berdewam e ji bo paqijkirin û vekirina rêyên sereke da ku koçber bi ewle kribin vegerin bo gundên xwe.

Rêvebirê operasyonan ê Rêxistina El Wîsal (Reacho) diyar kir ku rê hîn ji bo şêniyan ne ewle ye û hişyarî da ku li ser li ser rê û derdora wê gelek mayîn belav bûne.

(k)

ANHA