Partiya Sûriya Pêşerokê çalakiya "Pirtûkek be jî, bide" li Dêrazorê li dar xist

Partiya Sûriya Pêşerojê bi armanca dewlemendkirina pirtûkxaneyên navendên çandê yên Dêrazorê û xurtkirina çanda xwendinê di nav civaka kantonê de, çalakiya "Pirtûkek be jî, bide" li dar xist.

Partiya Sûriya Pêşerokê çalakiya "Pirtûkek be jî, bide" li Dêrazorê li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerokê çalakiya "Pirtûkek be jî, bide" li Dêrazorê li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerokê çalakiya "Pirtûkek be jî, bide" li Dêrazorê li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerokê çalakiya "Pirtûkek be jî, bide" li Dêrazorê li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerokê çalakiya "Pirtûkek be jî, bide" li Dêrazorê li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerokê çalakiya "Pirtûkek be jî, bide" li Dêrazorê li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerokê çalakiya "Pirtûkek be jî, bide" li Dêrazorê li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerokê çalakiya "Pirtûkek be jî, bide" li Dêrazorê li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerokê çalakiya "Pirtûkek be jî, bide" li Dêrazorê li dar xist
17 îlon, 2024   18:24
DÊRAZOR

Meclisa Sûriya Pêşerojê ya kantona Dêrazorê ji bo pêşxistina rewşenbîriyê û xurtkirina rola wê di civakê de çalakiya "Pirtûkek be jî, bide" li dar xist.

Çalakî li Navenda Çandê ya bajarê Kîsra yê kantona Dêrazorê li dar ket. Di çalakiyê de endamên Partiya Sûriya Pêşerojê, rewşenbîr, Meclisa Herêma Rojava û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) beşdar bûn.

Armanc ji çalakiyê pêşxistina çanda xwendinê û dewlemendkirina pirtûkxaneyên navendên çandê yên kantonê ye.

Di çalakiyê de endama Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Hude Xalidî bixêrhatina beşdaran kir û li ser girîngiya rewşenbîriyê û hevkariya di pêşxistina çanda civakê de axivî.

Hevserokê Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê Tamir El Şemerî diyar kir ku partî hewl dide rewşa çanda herêmê bi rêya çalakî, panel û semîneran bi pêş bixe.

El Şemerî diyar kir ku xwespartina li teknolojî, internet û telefonan hişt mirov ji xwendin û pirtûkan bi dûr bikevin û got: "Partiya Sûriya Pêşerojê balê dikişîne ser girîngiya xwendinê ji ber ku rewşenbîriya rastîn ne ji cîhana virtual tê bidestxistin."

Di çalakiyê de beşdaran 353 pirtûk dan pirtûkxaneya Navenda Çandê ya bajarê Kîsra.

Çaverê ye ku çalakî çend rojan li bajar û bajarokên kantona Dêrazorê bidome.

(mh)

ANHA