Daîreya Ragihandinê banga tevlêbûna kampanyaya hashtagê kir

Daîreya Ragihandinê banga tevlêbûna kampanyaya hashtagê kir ku dê 25`ê Çileyê ji bo piştgiriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê bike.

Daîreya Ragihandinê banga tevlêbûna kampanyaya hashtagê kir
22 ÇILE, 2025   14:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Daîreya Ragihandinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê kampanyaya hashtagê de ku tê payîn 25`ê Çileyê dest pê bike, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi lehengî parastina şoreşê û destkeftiyên xwe dikin, gel jî têkoşîna xwe ya li dijî mirinê û parastina van destkeftiyan didomîne. Berxwedana Bendava Tişrînê yek ji qonaxa wê berxwedanê ye ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin.”

Her wiha hate gotin: "Bi boneya salvegera serkeftina Kobanê, roja şemiyê (25 Çile) saet 20:00`an de li gorî saeta Sûriyeyê, dê kampanyaya hashtagê ji bo piştgiriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê bike".

Daîreya Ragihandinê bang kir ku bi awayekî aktîf tevlêbûn çêbe da ku peyama xwe bigihînin tevahî cîhanê.