Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan serdanên xwe didomîne

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê serdanên xwe yên malbatan didomîne. Malbatan anîn ziman ku divê dawî li sîstema îşkenceyê ya li Îmraiyê were anîn.

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan serdanên xwe didomîne
Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan serdanên xwe didomîne
Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan serdanên xwe didomîne
12 îlon, 2024   14:50
QAMIŞLO

Di çarçoveya pêngava "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de, Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê serdanên xwe didomîne. Însiyatîfê di 10`ê Îlonê de li Qamişloyê dest bi serdanên malbatan kiribû.

Endamên însiyatîfê serdanên xwe ji bo malbatên li taxa Enteriyê ya Qamişloyê berdewam dikin.

Di rûniştinên li gel malbatan de, endamên însiyatîfê rewşa sîstema îşkenceyê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji malbatan re şîrove kir.

Mihemed Nezîr di 1991 û 1994`an de li Şam û Lubnanê Rêber Abdullah Ocalan dîtiye. Nezîr anî ziman ku bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan gihaştine vê astê û got: "Divê berxwedan û vîna me xurt be, em dawî li sîstema îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bînin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê tevahî mirovahiyê Rêber Apo misoger bikin. "

Mihemed Elî sala 1990 û 1991'an li Lubnanê Rêber Abdullah Ocalan dîtiye. Elî got ew bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, şehîdan û gerîlayên azadiya Kurdistanê, heta dilopek xwîn di canê wan de hebe dê li ber xwe bidin.

`DIVÊ EM HEVKARIYA HEV BIKIN`

Ehmed Nezîr Yûsif ê di sala 1992'yan de li Lubnanê Rêber Abdullah dîtiye, got: “Rêber Apo got divê em bi rihekî fedaî têkoşînê bikin. Tiştê ji me tê xwestin, em hevkariya hev bikin, ji bo ku em rêberê neteweya demokratîk Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bikin."

(sş)

ANHA