Dagirkeran ji bo astengkirina çinînê êrişên xwe zêdetir kirine

Artêşa Tirk a dagirker bi armanca astengkirina xebatên cotkaran êrişên xwe li ser gundewarên Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê zêde kirin. Di encama êrişê de cotkarek şehîd bû.

Dagirkeran ji bo astengkirina çinînê êrişên xwe zêdetir kirine
Dagirkeran ji bo astengkirina çinînê êrişên xwe zêdetir kirine
Dagirkeran ji bo astengkirina çinînê êrişên xwe zêdetir kirine
30 nîsan, 2024   04:35
EYN ÎSA

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Girê Spî Hezai Mihemed diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li ser gundewarên Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê zêde kirine.

Gundên ku gelek caran têne topbarankirin; Mişêrfê, Mexleft, Gazilî û Um El Beramîl ne. 20’ê Nîsanê welatiyê bi navê Hesen Mihemed Hisên El Şêx (27) ê bavê 2 zarokan, dema zeviyên xwe av didan, di encama êrişa suîqastê ya leşkerên dagirker de şehîd bûbû. Her wiha ziyanên madî li mal û milkên welatiyan bûbûn.

Hezai Mihemed diyar kir ku êrişên artêşa Tirk a dagirker qet nesekinîne û wiha domand: "Ev êriş bi nêzîkbûna dema çinîna genim, nîsk, kemûn û ceh hwd.. zêde bûne. Armanc ew e ku tevgera cotkaran asteng bike û aboriya herêmê têk biçe.”

Niştecihên gundewarên Girê Spî û Eyn Îsayê debara xwe bi çandinî û xwedîkirina sewalan dikin. Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya bicihkirina mayinan, kolandina erdên çandiniyê û hedefkirina cotkaran, pêwîstiyên çandiniyê û şewitandina zeviyan, jêdera debara wan têk bibe.

Ji ber êrişan cotkar neçar man ku qada çandiniyê kêm bikin.

Hezai Mihemed diyar kir ku gelên herêmê li hemberî êrişên dagirkeriyê bi erda xwe ve girêdayî ne û wiha pê de çû: "Gelê herêmê planên qirêj ên dewleta Tirk ên bi armanca valakirina herêmê ji niştecihên wê dizanin, wê nehêlin dagirker planên xwe yên zêdekirina qada dagirkeriyê li Sûriyeyê bi cih bîne."

Ji gundên li beramberî deverên dagirkirî ev in; Tirwaziyê, Um El Beramîl, Gazilî, Fatsa, Mişerfa Eyn Îsa, Ehêmer, Gultepe, Cirin, Huriye, Erîda, Xirbe Beqer, Sewan, Xizelî û Zinar.

(bb)

ANHA