Li kampa Holê toreke dizan hat girtin

Hêzên Dijî Tawanan 19ˊê kesên li kampa Holê dizî kirine, girtin.

Li kampa Holê toreke dizan hat girtin
29 nîsan, 2024   21:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn belav kirine, li kampa Holê 19 kesên dizî kirine, hatin girtin.

Malperê diyar kir ku piştî agahî hatin ku avahî û nivîsgehên rêxistinan li kampê hatin dizîn, Hêzên Dijî Tawanan ên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi lêgerîn û şopandinê kir. piştî guman li ser tevgerên gelek kesan kir, hêzan ew şopandin û bi wê re torek ji 19 kesan destên wan di diziyê de heye hat aşkerakirin. Hêzan ew girtin û tiştên hatine dizîn girtin û wiha ne:

Klîma avê: 2

Topên gazê: 2

Baweşînên erdê: 1

Tabloyên enerjiya tavê: 4

Melkisa kehrebê: 1

Betariyên erebeyan: 3

Çenteyên destwerdanên lezgîn: 4

Barkeşa abmulancê: 1

Pîvana elektronîk: 1

Leyzerek(led) kehrebê: 1

Belcektor: 3

Hêzan ew diz ji Dozgeriya Giştî re şandin.