Dagirkeran gundên Minbicê dan ber topan

5 gundên kantona Minbicê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin topbarankirin.

Dagirkeran gundên Minbicê dan ber topan
27 cotmeh, 2024   13:26
NAVNDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Qert Wêran û Yalanlî yên rojevayê bajarê Minbicê, gundên El Hîsan, El Derac û El Toxarê yên bakurê rojhilatê Minbicê topbaran kirin.

Li gundên navborî niştecih hene.

Têkildarî encamên topbaranê agahî bi dest nektin.

(bb)

ANHA