Dagirkeran di dema daxuyaniya şermezarkirinê de êriş kir

Artêşa dewleta Tirk a dagirker dema ku partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca şermezarkirina êrişan daxuyanî dida, êriş pêk anî.

Dagirkeran di dema daxuyaniya şermezarkirinê de êriş kir
25 kanûn, 2023   12:37
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker ku êrîşên xwe yên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê kêm nekirine, ji 23’yê Kanûnê ve  bênavber careke din êrîşî navendên xizmetguzariyê dike.

Bi armanca şermezarkirina êrişan 33 partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê îro saet 10.00’an de li bajarê Qamişlo daxuyanî bidaya çapemeniyê.

 Lê dema ku daxuyanî li Navenda Pêwendiyên Giştî ya li nêzî stasyona trênê dihat dayîn, êrişa dagirkeran çêbû. Balafirên bê mirov û biçek ên dagirkeran stasyona trênê ku gelekî nêzî cihê (qasî 200 metre) daxuyaniyê bû, bombebaran kir.

 Ji ber bombebaranê daxuyanî hîn temam nebûyî, beşdar neçar man belav bibin.

ANHA