Êrişên dagirkeran didomin: Niha jî navneda dirûnkariyê kirin hedef

Dewleta Tirk a dagirker ku hemû cihên xizmetê kirine hedef, niha jî navenda dirûnkariyê (terzîxane) ya li bajarê Qamişlo bombebaran kir.

Êrişên dagirkeran didomin: Niha jî navneda dirûnkariyê kirin hedef
Êrişên dagirkeran didomin: Niha jî navneda dirûnkariyê kirin hedef
Êrişên dagirkeran didomin: Niha jî navneda dirûnkariyê kirin hedef
Êrişên dagirkeran didomin: Niha jî navneda dirûnkariyê kirin hedef
Êrişên dagirkeran didomin: Niha jî navneda dirûnkariyê kirin hedef
25 kanûn, 2023   12:33
QAMIŞLO

Balafirên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk a dagirker vê carê jî navenda dirûnkariyê (terzîxane) ya li taxa Meyselun a Qamişlo bombebaran kir.

Di encama êrîşê de ziyanek mezin a madî pêk hat.

Artêşa dagirker a dewleta Tirk ji (23 kanûn 2023) êrîşî navendên xizmetê yên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê dike. Di van êrîşan de li Dêrikê, Tirbespiyê, Qamişlo û Kobanê bi dehan navendên xizmetê hatin bombebarankirin.