Dagirkeran 3 gundên Minbicê bombebaran kirin

3 gundên Minbicê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ve hatin bombebarankirin û topbarankirin.

Dagirkeran 3 gundên Minbicê bombebaran kirin
8 adar, 2024   14:15
MINBIC

Beriya çend kêliyan artêşa Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov ên biçek 5 caran gundê Ewn Dadatê yê li bakurê Minbicê bombebaran kir.

Artêşa dagirker û çeteyên wê gundên Seyda û Dendeniyê yê rojavayê bajar jî bi hewan û obîsan topbaran dikin.

Der barê ziyanên êrişê de agahî nehatin bidestxistin.

(bb)

ANHA