Di xwepêşandanên li Siwêdayê de tevlêbûna xurt a jinan

Xwepêşandanên li Siwêdayê yên li dijî siyasetên hikumeta Şamê û bi daxwaza çareseriya siyasî, di meha xwe ya 7’an de dewam dikin. Di xwepêşandanan de tevlêbûna xurt a jinan derket pêş.

Di xwepêşandanên li Siwêdayê de tevlêbûna xurt a jinan
8 adar, 2024   14:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi sedan şêniyên Siwêdayê ya başûrê Sûriyeyê careke din li Qada El Kerama ya naverasta bajar xwepêşandan li dar xist. Xwepêşandêran daxwazên xwe yên guhertina siyasî û pêkanîna biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254’an anîn ziman.

Di xwepêşandanan de tevlêbûneke xurt a jinan derketiye pêş û sembolên jinan hatin hildan. Her wiha ji aliyê jinan ve gul li xwepêşandêran hatin belavkirin.

(bb)