Yekitiya Parêzeran biryara di ’Doza Kobanê’ de şeremzar kir

Parêzerên kantona Firatê biryara di ’Doza Kobanê’ de wekî berteka dewleta Tirk a li hemberî ketina DAIŞ’ê nirxand û banga xwedîdeketina li girtiyên siyasî kir.

Yekitiya Parêzeran biryara di ’Doza Kobanê’ de şeremzar kir
19 gulan 2024   14:14
KOBANÊ

Endamên Yekitiya Parêzeran a Kontona Firatê ji bo şermezarkirina cezayên dewleta Tirk ku li dijî siyasetmendarên Kurd biriye li ber avahiya yekitiyê ya li bajarê Kobanê kom bûn û daxuyaniyek da.

Parêzer Viyan Eybû daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku serketina gelê Kobanê, Rojava û hezkiriyên aştî û biratiya gelan,  careke din rûyê qirêj ê Erdogan û hikumeta wî derxist holê.

Di daxuyaniyê de cezayên li girtiyên ’Doza Kobanê’ wekî berteka Erdogan a li hemberî ketina DAIŞ’ê hat nirxandin û wiha hat gotin: "DAIŞ li herêmê û tevahî cîhanê planên Erdogan û hikumeta wî pêk dianîn. Dewleta Tirk çi kesên ku destek didan Kobanê girtin. Xwest bi rêya darizandina şeklî tola binkeftina DAIŞ’ê hilîne. Ev ceza wê xaleke reş  li eniya dewleta Tirk, mirovahî û civaka navneteweyî yên ku binpêkirinên dewleta Tirk û serokê wê yê sûcdar Erdogan dibînin û bêdeng in, bimîne."

Di daxuyaniyê de cezayên ku dadgeha dewleta Tirk li parlamenter, siyasetmendar û çalakvanên Kurd birine hatin şeremzarkirin û ev bang hat kirin: "Em bang li tevahî parêzgerên li cîhanê dikin ku erka xwe ya pîroz bi cih bînin û bi rêbazên qanûnî yên li ber destan parastina girtiyan bikin. Di heman demê de em bang li çalakvan û azadxwaza dikin ku piştgiriyê bidin doza adilane ya girtiyan bikin. Banga me li rêxistinên û saziyên hiqûqî û mirovî  ew e ku zextê li civata navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî bikin bila zextê li dewleta Tirk bike ji bo cezayên siyasî yên nîjadperestî betal bikin. Em bang dikin doza girtiyan li Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Dadgeha Edil a Navneteweyî û Dadgeha Mafên Mirovan û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bikin rojev."

(bb)

ANHA