Dagirker gundekî Şêrawayê topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker gundekî Şêrawayê topbaran dike, her wiha hêzên hikumeta Şamê jî ji gundê Mezin ê Şêrawayê nuqteyên çeteyên dewleta Tirk a dagirker topbaran dikin.

Dagirker gundekî Şêrawayê topbaran dikin
7 gulan, 2024   21:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker gundê Kilûtiyê yê navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê ya dagirkirî topbaran dike. Di heman demê de hêzên hikumeta Şamê ji gundê Mezin ê navçeya Şêrawa nuqteyên çeteyên dewleta Tirk a dagirker topbaran dikin.

(fr)