Daîreya Têkiliyên Derve şandeyên Amerîkî û Ewropî pêşwaz kirin

Şandeyên ji DYAˊyê, Hollanda, Kanada û Finlanda serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û bi hevserokatî û endamên rêveberiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re civîn.

Daîreya Têkiliyên Derve şandeyên Amerîkî û Ewropî pêşwaz kirin
7 gulan, 2024   21:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Amerîka ji gerînendeya Nivîsgeha Navendên Girtina Terorîstan a Wezareta Karên Derve ya Amerîka Tasha Solomon, şandeya Hollanda ji serokatiya nûnerê taybet bo Sûriye yê di Wezareta Karên Derve ya Hollanda Gers Gerlag û kesên pê re, şandeya ji Kanada bi serokatiya gerînendeyê giştî ya Nivîsgeha Operasyonên Konsolxaneyê ya Wezareta Karên Derve ya Kanada Victoria Fuller û kesên pê re, ji Finlanda bi serokatiya gerînendeyê giştî ya kar û barên konsolxaneyê ya Wezareta Karên Derve ya Finlanda Yossi Taner û kesên pê re, pêk dihatin.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Fener Kiêt, endamê Desteya Rêveber Xalid Îbrahîm û nûnera YPJˊê Lana Hisên şand pêşwaz kirin.

Di civînê de rewşa giştî ya Sûriyeyê û rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet, her wiha dosyaya çeteyên DAIŞˊê, kampên Hol û Roj û dosyaya binpêkirinên dewleta Tirk hatin nîqaşkirin.

Fener Kiêt di civînê de wiha got: "Gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmê dewam dikin. Sivîl, karmendên Rêveberiya Xweser bi balafirên şer û bêmirov tên hedefgirtin. Herêmê, binesazî û destkeftiyên pêkhateyên herêmê tên hedefgirtin. Li hember van tu bertek tune ne û civata navneteweyî bê deng e."

Fener Kiêt got Rêveberiya Xweser bi hemû dewletên hewl didin welatiyên xwe vegerîn re hevkar e û wiha domand: "Lê ev yek têrê nake. Ji ber ku çareyên beşî yên dosyaya DAIŞˊê ne. Ji lew re divê civata navneteweyî girîngiyek mezin bide û li çareyên bingehîn û giştî bigire."

Tasha Solomon spasiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo alîkariya wê di vegerandina welatiyên Amerîkayê de kir û got hevkariya wê ji bo dosyaya DAIŞˊê di pêşerojê de wê dewam bike.

Tasha anî ziman ku çareya mayînde ya yekane ji krîza mirovî û ewlehî re li kampên koçber û navendên girtinê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ew e ku dewletên welatiyên xwe vegerîn û ji nû ve perwerde bikin.

Gers Gerlag diyar kir ku spasiya hikumeta Hollanda bo Rêveberiya Xweser li ser hevkariya wê û pêkanîna erkên xwe di tedbîrên qanûnî de veguhastin û got: "Hollanda, Rêveberiya Xweser pir hurmet dike. Ji ber ku di van rewşên zehmet kampan û derveyî wê bi rê ve dibe."

Victoria Fuller jî wiha got: "Ji ber ku hevkariya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan daye, Kanada spasdar e."

Yossi Taner jî wiha anî ziman: "Kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hemû dewletên ku welatiyên wan di kampan de hene, xeteriyeke ewlehî ya stratejîk çêdikin. Divê ev dewlet werin teşwîqkirin ku hevkariya aktîv bi Rêveberiya Xweser re nîşan bidin ku van gefên hevbeş çareser bikin."

Di dawiyê de jinek û 10 zarokên amerîkî, jinek û 3 zarokên Hollandayî, 6 zarokên Kanadayî û zarokek Finlandayî li gorî wesîqeya radestkirinê ya di navbera Rêveberiya Xweser û şandeyan de radestî şandeyan hatin kirin.

(fr)