Dagirker gelek gundên Efrîn û Şehba bi dijwarî topbaran dikin

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de bi dijwarî gelek gundên kantona Efrîn û Şehba topbaran dikin.

Dagirker gelek gundên Efrîn û Şehba bi dijwarî topbaran dikin
24 cotmeh, 2024   00:20
NAVENDA NÛÇEYAN

 Li gorî agahiyên nûçegihanên me ji herêmê dane, di van kêliyan de bi awayekî dijwar û bêserûber gundên kantona Efrîn û Şehba tên tobparankirin.

Gund, bajarok û bajarên tên topbarankirin ev in; Burc Qas, Kilotê, Meyasê, Zirneîtê, Soxanekê, Qinêterê, Aqîbê, Bênê, Tinibê, Merenazê, Malkiyê, Elqemiyê, Şewarqa, Til Rifet û derdora wê, Eyn Deqnê, Miniq, Şêxa Îsa, Hirbil, Samûqa, Til Medîq, Til Cîcan, Nêrebiyê, Radarê, Şealê, Xirbet Şealê.

Beriya çend kêliyan dagirkeriyê bajarê Til Rifetê tobparan kir, di encamê de 2 welatî di nav de zarok şehîd bûn , 6 kes birîndar bûn.

(fr)