Navên şehîd û birîndarên Til Rifetê hatin aşkerakirin-HAT NÛKIRIN

Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî bajarê Til Rifetê de, 3 welatî di nav de zarokek şehîd bûn û 6 din birîndar bûn. Hinek ji birîndaran birîna wan giran e.

Navên şehîd û birîndarên Til Rifetê hatin aşkerakirin-HAT NÛKIRIN
24 cotmeh, 2024   00:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana me ji kantona Efrîn û Şehbayê navên welatiyên di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî bajarê Til Rifetê şehîd û birîndar bûne de, bi dest xistin.

Navên şehîdan wiha ne:

Îbrahîm Mihemed Şêxo (55) ji gundê Qasim ê Efrînê

Melek Şiyar (5)

Lê nûçegihana me nikarî navê şehîdê 3ʹyê bi dest xiste, temenê wî jî diyar dibe ku derdora 70 salî ye.

Navên birîndaran wiha ne:

Ehmed Rifaî (15)

Dayika zarok Melek Şiyar, Cemîle Xelîl Weqas (32)

Sakîne Mihemed Îsmaîl (55)

 (mh/fr)