Di êrişa hewayî ya li Şengalê de jinek birîndar bû

Balefirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker îşev saet derdora 23:30’an de li gundê Barê û komelgeha Dîgurê ya Şengalê çend malên welatiyan bombebaran kirin, di encama êrişê de herî kêm jinek birîndar bû.

Di êrişa hewayî ya li Şengalê de jinek birîndar bû
24 cotmeh, 2024   00:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Balefirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker li Şengalê êrişa hewayî kirin. Li gorî agahiyên ku Rojnewsʹê bi dest xistine, îşev saet derdora 23:30’an de, li derdora gundê Barê yê girêdayî komelgeha Xanesorê û li komelgeha Dîgurê, balefirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker çend malên sivîlan bombebaran kirin. Li gor agahiyên destpêkê di encama êrişê de jinek birîndar bûye.

Hemwextî wê li Şengalê liv û tevgera balefirên keşfê berdewam dike.