Dagirker bajarê Til Temirê tobparan dikin

Hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi guleyên obîsan gundê Um El Kêf ê bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê topbaran dikin.

Dagirker bajarê Til Temirê tobparan dikin
23 cotmeh, 2024   23:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji herêmê diyar kir ku beriya çend kêliyan û heta niha dewleta Tirk a dagirker gundê Um El Kêf ê bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê topbaran dikin.

Hemwextî wê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bajar û herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û kantona Efrîn û Şehba topbaran dikin. Her wiha li gorî şahidên ji bajarê Hesekê li asîmanê herêmê dengê balafirên bêmirov heye û tê texmînkirinê yên Koalîsyona Navneteweyî bin.

(fr)