Dadgeha Îranê ceza li mamosteyekê birî

Rejîma Îranê 3 meh ceza li mamosteya zimanê kurdî Sewsen Hesenzadeî birî.

Dadgeha Îranê ceza li mamosteyekê birî
12 cotmeh, 2024   10:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya Rojhilatê Kurdistanê, di 10’ê mehê de şaxa Dadgeha Bokanê, cezayê 3 meh girtîgeh li mamosteya zimanê kurdî Sewsen Hesenzadeî ya ji Bokanê biriye.

Hate zanîn ku ceza bi hinceta ‘propagandaya li dijî dewletê’ hatiye birîn.

Mamoste Sewsen 17 sal e li Bokan û gundên derdora wê mamostatiya zimanê kurdî dike. Di salên borî de gelek caran ji ber çalakiyên xwe, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve ketiye ber lêpirsînê.