Cozêf Ewn: Hizbullah hewl dide Lubnanê ji bo Îranê hilweşîne

Piştî avêtina mûşekan ber bi Îsraîlê ve, serokkomarê Lubnanê Cozêf Ewn Hizbullah tawanbar kir ku ew hewl dide Lubnanê ber bi hilweşîna dewletê ve bibe, da ku xizmeta berjewendiyên Îranê bike.

Cozêf Ewn: Hizbullah hewl dide Lubnanê ji bo Îranê hilweşîne
9 adar, 2026   20:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Lubnanê Cozêf Ewn, piştî ku Hizbullah ji bo bersivdana kuştina Elî Xameneyî mûçek avêtin Îsraîlê, Hizbullah bi hewldana hilweşandina Lubnanê tawanbar kir. Di heman demê de Ewn diyar kir ku Beyrût ji bo danûstandina rasterast bi Îsraîlê re amade ye.

Di hevdîtineke bi rêya dîmen de bi rayedarên Yekîtiya Ewropayê re Ewn got ku her kesê ku ew mûşek avêtine, xwestiye hilweşîna dewleta Lubnanê ji bo berjewendiyên rejîma Îranê bikire.

Cozêf Ewn Hizbullah bi komeke çekdar a derveyî dewletê ku tu pîvanekê ji bo berjewendiya lubnanê nanirxîne wesif kir û pêşniyar kir ku Lubnan û Îsraîlê bi rêya navbeynkariya navneteweyî dest bi danûstandinên rawestandina şer bikin.

(ac/fr)

ANHA