Li kantona Minbicê 6 lijneyên hilbijartinê hatin avakirin

Di çarçoveya amadekariyên hilbijartinên şaredariyan de li kantona Minbicê 6 lijneyên hilbijartinê hatin avakirin.

Li kantona Minbicê 6 lijneyên hilbijartinê hatin avakirin
Li kantona Minbicê 6 lijneyên hilbijartinê hatin avakirin
Li kantona Minbicê 6 lijneyên hilbijartinê hatin avakirin
Li kantona Minbicê 6 lijneyên hilbijartinê hatin avakirin
Li kantona Minbicê 6 lijneyên hilbijartinê hatin avakirin
Li kantona Minbicê 6 lijneyên hilbijartinê hatin avakirin
15 gulan, 2024   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Biryar e ku 11’ê Hezîrana bê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilbijaritnên şaredariyan çêbin. Komîseriya Bilind a Hilbijartinan û lîjneyên wê yên li kantonan di nava  amadekariyan de ne. Her wiha partiyên siyasî, civakî û tevgerên jinan û kesayetên serbixwe yên ku dê beşdar hilbijartinan bin di nav liv û tevgerê de ne.

Li kantona Minbicê, piştî Meclisa Gelan a Demokratîk a kantonê Lijneya Komîseriya Bilind a Hilbijartinan di 9ˊê Gulanê de ava kir, lijneyê dest bi merheleya avakirina lijneyên hilbijartinê kir.

Endamê lijneyê li kantona Minbicê Ebdurehman El Himêdî diyar kir ku piştî kantona Firatê, Lijneya Komîseriya Bilind a Hilbijartinan avakirina 6 lijneyên hilbijartinê li kantona Minbicê bi dawî kir.

Li gorî benda 24’an, Qanûna Hilbijartinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, lijneyên hilbijartinê yên kantonan berpirsên avakirina lijneyên hilbijartinê yên li bajar û bajarokan e.

Di heman bendê de tê gotin, lijneyên hilbijartinê demkî ne, xebatên wê ji amadekariya hilbijartinan ve dest pê dike û bi ragihandina encamên hilbijartinan re bi dawî dibe.

Mîsyona lijneyên hilbijartinê yên bajar û bajarokan, diyarkirina hejmara sendoqan, belavkirina wan li bajar û bajarokan, hilbijartina serokên navendên dengdanê û çavdêriya proseya hilbijartinan e.

(fr)

ANHA