Cizîra Botan ji bo Rojava meşiya

Li Cizîrê bi hezaran kes li dijî êrişên çeteyên dewleta Tirk derketin qadan û banga rawestandina dijminatiya li dijî Kurdan kir. 

Cizîra Botan ji bo Rojava meşiya
17 ÇILE, 2026   17:42
NAVENDA NÛÇEYAN 

Platforma Saziyên Demokratîk a bajarê Şirnexê ya Bakûrê Kurdistanê, li dijî êrişên Hikûmeta demkî û çeteyên derleta Tirk li navçeya Cizîrê ya Şirnexê meşeke girseyî ku ji hezaran kes pêk dihat li dar xist. 

Meş li taxa Cudî dest pê kir û li ber Şeredariya Cizîrê bi dawî bû. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Mehmet Zekî Îrmez, endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî yên pêkhateyên platformê û bi hezaran welatî tev li meşê bûn. 

Girseyê pankarta li ser, “Rojava wîjdan e, berxwedan e û azadî ye, teslîm nabe” dinivisî vekirin û bênavber dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Şehîd namirin”, “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e”, “Rojava rûmete me ye” û bi gotina stranan meşiyan. Piştî meşê di şexse Zeyad Heleb de ji bo cangoriyên azadiyê rêz hate girtin. 0 

Piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin. Ewilî Newroz Uysal Aslan axivî. Newroz Uysal Aslan berxwedana Rojava silav kir û got: “Îro Rojava di bin xetereyeke mezin de ye. Lê îradeya parastina hebûna me ji wan hemû hezan xurttir e. Em li vir dibêjin, gelê Kurd dê bi berxwedana xwe êrişan bişkîne.”