Ciwanên windayî kuştî hatin dîtin

Cenazeyên 5 ciwanên ji Humsê li nêzîkî Palmîrayê li gundewarê rojhilatê Humsê hatin dîtin. Ciwn berî çend rojan winda bûbûn.

Ciwanên windayî kuştî hatin dîtin
3 tîrmeh, 2026   19:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê meragihand ku cenazeyê ciwanan piştî piştî ku ewçend rojan winda bûbûn hatine dîtin. Heta niha ti saziyeke fermî an ewlehiyê daxuyaniyek der barê mijarê nedaye.

Ciwanên ku cenazeyên wan îro ji Nexweşxaneya El Waer li Humsê hatin wergirtin ev in: Hesen Besam El Reşîd, Fîras Elî El Reşîd, Cefer Mihemed El Reyanî, Xedîr Ednan Selame û Mihemed Elî Selîm.

Li gorî agahiyan ciwan wekî karkerên rojane dixebitin û berî çend rojan ji bo karekî çûne derdora Palmîrayê. Her wiha kesekî din jî bi wan re bû, heta niha çarenûsa wî nayê zanîn.

(k)

ANHA