El Hecrî: Danezana destûrî ne mentiqî ye

Serokê rohanî yê taîfeya Durzî li Sûriyeyê Hikmet El Hecrî "Danezana destûrî" ya desthilata Şamê bi ne mentiqî wesif kir.

El Hecrî: Danezana destûrî ne mentiqî ye
15 adar, 2025   19:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê ruhanî yê taîfeya Durzî li Sûriyeyê Hikmet Selman El Hecrî "Danezana destûrî" ya desthilata Şamê bi "ne mentiqî" bi nav kir.

El Hecrî diyar kir ku Durzî aştîxwaz in, êrişî kesî nekirine û kesî jî êriş wan nekiriye û ew bi yekitiya xak û gelê Sûriyeyê û avakirina dewleteke demokratîk re ne.

El Hecrî ji aliyên ku qaşo xwe hîs kirine di nakokiyên hundirîn ên li ser asta mezhebî û herêmî de bi ser ketine re got ew bi ser nakevin.

(fr)