Ciwanên Reqayê: Em ê encamnameya Konferansa Ciwanan bixin pratîkê

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi daxuyaniyekê ragihand ku ew piştgiriya encamnameya Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê dikin.

Ciwanên Reqayê: Em ê encamnameya Konferansa Ciwanan bixin pratîkê
11 hezîran 2024   14:46
REQA

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê daxuyaniyek da.

8 û 9`ê Hezîranê Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bi dirûşma "Ciwan û avakirina pêşerojeke azad" li dar ketibû. 23 tevger û rêxistinên ciwanan û nûnerên rêxistinên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev lê bûbûn. Xaleke encamnameya konferansê jî avakirina koordînasyonekê bû.

Daxuyaniya ciwanan li Stada Beledî ya Reqayê ji aliyê endamê Rêveberiya Nivîsgeha Jinên Ciwan a Desteya Ciwan û Werzîşê Emîne Berkel ve hate xwendin. Endamên desteyê û hevserokatiya wê jî hazir bûn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku lidarxistina konferansê bi pêşengiya ciwanan, însiyatîfeke girîng e û ji bo ciwanan serkeftin e.

Her wiha hate destnîşankirin ku encamnameya konferansê ji bo ciwanan perspektîfek e û deste dê wan bixe pratîkê û têkoşîna ciwanan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mezintir bike heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin û projeya neteweya demokratîk bi ser bixin.

(şx)

ANHA