Li Amûdê şêwira xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan

Kongra Star li Amûde şêwira xwendin û nîqaşkirina pirtûkên Rêber Abullah Ocalan li dar xist.

Li Amûdê şêwira xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan
Li Amûdê şêwira xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan
Li Amûdê şêwira xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan
Li Amûdê şêwira xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan
Li Amûdê şêwira xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan
Li Amûdê şêwira xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan
Li Amûdê şêwira xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan
11 hezîran 2024   15:35
QAMIŞLO

Kongra Star a Amûdê bi beşdariya jinên bajêr, şêwireke xwendina pirtûka Rêber Abdullah Ocalan a "Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk" li dar xist. 

Di çarçoveya pêngava navneteweyî ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de jin li navenda Kongra Star a li bajêr mehê 4 caran kom dibin û pirtûk û parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan dixwînin û nîqaş dikin.

Endamên Kongra Star Nûra Hisên û Roşan Hiso beşeke pirtûka "Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk" xwend.

Jinan der barê mijarê de nêrînên xwe parve kirin. Endama rêveberiya Kongra Star Nûra Hisên got pergala kapîtalîst siyaseta parçekirina civakan dimeşîne, ji bo ku wan kontrol bike, ji ber wê jiyana hevbeş a gelan û civakan qebûl nake.

Nûrayê got: "Rêber Ocalan, piştevanê doza rizgariya jinan e. Ji bo ku jin nasname û cewhera xwe nas bikin, tê koşiya. Divê em jî raman û felsefeya wî belav bikin."

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Îman Deqorî jî got: "Xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan, rêya ber bi azadiyê ve li pêşiya jinan ronî dike. Çareyan ji pirsgirêkên civakê re peyda dike."

(şx)

ANHA