Ciwanên Qamişloyê: Li dijî dagirkeriyê em ê ala berxwedanê bilind bikin

Ciwanên li bajarê Qamişlo hemwextî êrişên li ser herêmê li kolanê meşale hildan û diyar kir ku ew ê her demê ala berxwedanê bilind bikin.

Ciwanên Qamişloyê: Li dijî dagirkeriyê em ê ala berxwedanê bilind bikin
Ciwanên Qamişloyê: Li dijî dagirkeriyê em ê ala berxwedanê bilind bikin
Ciwanên Qamişloyê: Li dijî dagirkeriyê em ê ala berxwedanê bilind bikin
26 kanûn, 2023   19:58
QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser bajarê Qamişlo li ber Çerxerêya El Şerq a li bajêr daxuyaniyek dan.

Ciwanan bi hildana meşaleyan û wêneyên welatiyên ku di encamê êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê endama rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan Rozil El Elî ve hat xwendin.

Rozil El Elî diyar kir ku ew weke ciwan êrişên li dijî destkeftiyên şoreşa 19`ê Tîrmehê qebûl nakin û got: “Em nahêlin dewleta Tirk a dagirker axa me dagir bike û dest biavêje welatê me, em ê li dijî dagirkeriyê ala berxwedan û serkefinê bilind bikin.”

Di daxuyaniyê de Rozil El Elî bal kişand ser berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê li çiyayên azad û ew silav kirin.

(sb)

ANHA