Ciwanên Minbicê: Em ê têkoşînê heta serkeftinê dewma bikin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantnona Minbicê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşek bi meşaleyan li dar xist û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Ciwanên Minbicê: Em ê têkoşînê heta serkeftinê dewma bikin
Ciwanên Minbicê: Em ê têkoşînê heta serkeftinê dewma bikin
Ciwanên Minbicê: Em ê têkoşînê heta serkeftinê dewma bikin
Ciwanên Minbicê: Em ê têkoşînê heta serkeftinê dewma bikin
Ciwanên Minbicê: Em ê têkoşînê heta serkeftinê dewma bikin
20 ÇILE, 2024   20:58
MINBIC

Di meşê de endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên ciwan, Melcisên Ciwanan ên Partiyên siyasî û malbatên şehîdan beşdar bûn.

Meş ji Çerxerêya Mîzan ber bi avahiya tevgera ciwanan ve dest pê kir. li wir endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ehmed Silêman axivî û got: "Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên Minbicê û gundewarên wê em îro bi boneya salvegera 6ˊan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bajarê zeytûnê Efrînê şermezar dikin."

Silêman wiha domand: "Em hemû dizanin ku hedefgirtin û êrişên dagirkirinê li dijî Efrîn û herêmên din mîna Girê Spî û Serêkaniyê pêk hatine bersivdana AKP-MHPˊê li hember têkçûyîna DAIŞˊê bû. Ji ber ku dewleta Tirk piştgirê sereke yê DAIŞˊê ji bo derbasbûna li herêmê bû da ku gel koçber û qetil bike."

Silêman diyar kir ku êrişên dewleta Tirk heta niha û yên ji beriya dehan salan li dijî kesayetên azad û gelan pêk tîne bi hewldana bidawîkirina têkoşînê li dijî zihniyeta kapîtalîst e. Ji lew re îro biratiya gelan û neteweya demokratîk hedef digire."

Silêman wiha dawî li gotina xwe anî: "Kesayetên azad welatên azad ava dikin û Rêber Apo rêberê gelên azad e. Em heta serkeftinê û derxistina dagirkeriyê ji welatên xwe di têkoşînê de dewam dikin. Em berxwedana gelê Efrînê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav dikin. Ev berxwedan û vîn bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan e."

Meş bi diruşma silavkirina berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû.

(fr)

ANHA