Panorama hefteyê: Tirkiye dixwaze jiyanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune bike

Rojnameyên erebî da zanîn ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew e ku herêmê bê jiyan bihêle û welatiyan koçber bike, her wiha li Rojhilata Navîn têkildarî êrişa Amerîka û Brîtanyayê li dijî Hûsiyên li Yemenê bûyerên rageşiyê bilind bûn û vê jî bandorek li rewşa Lubnan û Iraqê kir.

Panorama hefteyê: Tirkiye dixwaze jiyanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune bike
21 ÇILE, 2024   02:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di mijarên xwe yên hefteya borî de behsa êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrişên Amerîka-Brîtanyayê li dijî Hûsiyan, rageşiya li Iraq û Lubnanê kir.

ˊTIRKIYE BINESAZIYA BAKURÊ SÛRIYEYÊ DIKE HEDEFˊ

Rojnameya El Ereb a Londonê nûçeyek bi sernavê "Tirkiye binesaziya bakurê Sûriyeyê dike hedef" weşand.

Di nûçeyê de ragihand ku artêşa Tirk careke din stasyonên kehrebeyê yên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kirin, di encamê de bi sedan gund û bajarok bê kehrebe mane.

Rojnameyê da zanîn ku hêzên dewleta Tirk ji înê ve binesaziya herêmê, stasyon û kargehên parzûnkirina petrolê û stasyonên kehrebeyê bombebaran dike.

Her wiha rojnameyê destnîşan kir ku li gorî çavdêran, dewleta Tirk bi zanabûn êrişî binesaziya herêmên Rêveberiya Xweser dike ku armanca wê, koçberkirina şêniyan e û jiyanê li wan herêman tune bike.

Rojnameyê diyar kir ku dewleta Tirk îdia dike ku armanca operasyonên wê yên leşkerî, têkbirina PKK`ê ye lê belê Enqere mijûlbûna civata navneteweyî bi şerê Xezayê û aloziya li Deryaya Sor bi kar tîne, navendên sivîl û aborî yên herêmên Rêveberiya Xweser bombebaran dike.

 ‘PIŞTÎ ÊRIŞÊN DYA Û BRÎTANYAYÊ ALOZIYA LI YEMENÊ GIRÊKTIR DIBE’

Rojnameya El Erebî El Cedîd der barê êrişên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Brîtaniyayê yên li dijî baregehên leşkerî û balafirgehên girêdayî koma Ensarullah (Hûsî) de nûçeyek parve kir û diyar kir ku van êrişan aloziya Yemenê girêktir kir.

Her wiha li gorî rojnameyê, êrişên DYA û Brîtanyayê, bandor li dan û standinên aştiyê yên li Yemenê jî kir ku piştî ragihandina şandeyê NY`yê Hans Grundberg hinekî bi pêş ketibûn, herî dawî ji bo bidawîkirina şerê li Yemenê û amadekirina pêvajoyeke siyasî ya bi sponseriya NY`yê, gihaştibûn hin tedbîran.

ˊGURBÛNA ALOZIYA LI IRAQÊ BARÊ DEWLETÊN HERÊMÊ GIRANTIR DIKEˊ

Rojnameya El Ereb têkildarî aloziya li Iraqê nûçeyek bi sernavê "Gurbûna aloziyê li Iraqê barê dewletên herêmê girantir dike" weşand.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku aloziya di navbera komên çekdar û hêzên Amerîkayê de li Iraqê, piştî şerê Xezayê metirsiyên dewletên herêmê zêde kirin ku di encama vê aloziyê de aloziyeke din çêbe û barên wan girantir bibe.

Her wiha di nûçeyê de hate diyarkirin ku geşedanên ewlehiyê yên balkêş li Iraqê, bandorê li dewletên derdorê, bi taybet Urdinê dike. Ji ber ku Urdin hêvî dike ku pêdiviyên xwe yên petrolê ji Iraqê peyda bike, li kêleka wê bi Misirê re hevalbendiyek çêkiriye ku êdî bi navê Hevalbendiya Şamê tê naskirin.

 ‘ÎHTÎMALA RÛDANA ŞER LI LUBNANÊ ZÊDETIR DIBE’

Rojnameya El Exbar jî cih da rewşa dawîn a li Lubnanê ku Hizbullah ji başûrê Lubnanê êrişî bakurê Filistînê yê dagirkirî dike û Îsraîl jî li hember van êrişan gefan li Lubnanê dixwe ku şer dest pê bike.

Rojnameyê bi bîr xist ku serfermandarê artêşa Îsraîlê Herzî Halevî daxuyand ku îhtîmaleke mezin heye ku şer li dijî Lubnanê di mehên bê de dest pê bike.

Li gorî rojnameyê Halevî di hevdîtinekê de gotiye: "Ji şerê li dijî Lubnanê em haziriyên xwe dikin. Me gelek ders ji şerê li Xezayê derxistin, em dikarin wan tecrubeyan di şerê li Lubnanê de bi kar bînin."