Li nîvê taxên Çilaxa pirsgirêka avê berdewam dike

Daîreya Avê ya li Bajarê Çilaxa ji bo rêgirtina ber binpêkirinên li ser toreya ava vexwarinê û xerckirina avê dest bi hemleyekê kir, nîvê taxên bajêr ji ber kêmbûna avê zehmetiyan dibînin.

17 tebax, 2026   06:23
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Li bajarê Çilaxa ya herêma Cizîrê ji bo dabînkirina ava vexwarinê ya şêniyan 11 bîr hene, ew jî li ser jêderên cuda yên enerjiyê mîna enerjiya rojê, jenerator û kehrebeya giştî tên bikaranîn. Lê bihabûn û nebûna mazota xizmetguzariyê, kêmbûna saetên dayîn kehrebeyê bandor li qelîteya xebitanina û dayîna avê ji bo toreyê kiriye.

Li gorî bîlançoya ku Daîreya Avê ya li bajêr daye, derdora ji seadî 50 li taxên bajêr ava vexwarinê kêm e. Kêmbûna kehrebeyê hiştiye ku Daîreya Avê di dabînkirina avê de zehemtiyan bikşîne.

Sedema kêmbûna avê ne tenê girêdayî pirsgirêkên bikaranîna bîran e, Daîreya Avê hejmarek binpêkirinên li ser toreya avê dîtine, ji bo kişandina avê şênî dînemoyên ku ji wan re “a diziyê” tê gotin bikar tînin, ew dihêle ku bi miqdarên mezin av ji toreyê bê kişandin û nehêle bighîje malên din.

Daîreyê di encama gera xwe de jî dîtiye ku şênî ji bo avdana zeviyên xwe yê çandiniyê ava taybet ji bo malan bikar tînin, ev dihêle ku miqdarên mezin ji avê biçe û bandorê li para şêniyan a avê bê kirin.

Di hemleyê de Daîreya Avê hejmarek ji malên ku ava taybet bi malan ji bo avdanê bikar tînin ceza kir, binpêkirinên ku rastî toreya avê hatine ji holê rakir.

Endama Rêveberiya Daîreya Avê ya Çilaxa Menal El Mezhûr ji ajansa me re da zanîn ku wan gera xwe bi vê armancê dest pê kir û wiha dom kir: “Ev gav ji bo birêxsitinkirina belavkirina ava vexwarinê û misogeriya gihaştina wê bi awayeke adilane ji bo hemû şêniyan hate avêtin.”

Menal El Mezhûr diyar kir ku pirsgirêka kêmbûna avê ji ber sîstema nû ya dayîna kehrebeyê derketiye holê, di rojê de tenê 9 seatan kehrebe tê dayîn, qutbûna kehrebeyê li ser bîran dihêle ku toreya avê û xizanên li bajêr vala bibin.

Menal El Mezhûr destnîşan kir ku Daîreya Avê û Rêveberiya Kehrebeyê ya Çilaxa li ser derfetên ji bo dayîna kehrebê taybet ji bo bîran nîqaş kir, lê ev daxwaz nehate qebûlkirin, şênî jî gazincan dikin.

Menal ji Gerînendetiya Kehrebeyê ya Çilaxa xwest ku careke din biryara sîstema dayîna kehrebeyê li ber çavan bigirin. Kêmbûna saetên kehrebeyê sedema sereke ya negihaştina avê ji bo hemû mala ye, kêmbûn jî dihêle ku xelk berê xwe bidin rêyên neqanûnî.

REWŞA KEHREBEYÊ

Têkildarî sedema ku nahêle xeteke kehrebeyê ya taybet ji bo bîran bê dayîn, Endamê Daîreya Kehrebeya Çilaxa Dilgeş Haco ji ajansa me re diyar kir ku sîstema dayîna kehrebeyê ji Gerînendetiya Kehrebeyê ya li Parêzgeha Hesekê hatiye, stasyona Girê Fatê ya girêdayî bajarê Til Koçer ji bo dayîna kehrebeya gundewarên başûrê Çilaxa jî vê sîstemê dimeşîne.

Haco da zanîn ku biryara neqebûlkirina dayîna xeteke taybet ji bo bîran ji hêla Gerînendetiya Kehrebeyê ya li Hesekê hate dayîn. Dayîna xeteke taybet wê bihêle binpêkirin li ser xetê derkeve.

Hemleya ku daîreyê ji bo gera binpêkirina dest pê kiriye, bi armanca çareserkirina pirsgirêkên ku ji ber zehmetiyên peydakirina avê derketiye. Dê daîreya avê li hemû taxên bajarê Çilaxa bigere.

(sb)

ANHA