Ciwanek ji kantona Cizîrê li Şamê hat kuştin

Ciwanê bi navê Mihemed Elî Mihemed Amo yê ji Tirbespiyê li Şamê hat kuştin.

Ciwanek ji kantona Cizîrê li Şamê hat kuştin
26 cotmeh, 2025   13:34
QAMIŞLO

Li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz de tevlihevî, sûcên kuştin û revandinê dewam dikin.

Ciwanê bi navê Mihemed Elî Mihemed Amoy ê ji bajarokê Maşûq ê bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê li Şamê hat kuştin.

Mihemed Elî yê 30 salî li herêma Dêr Elî ya başûrê Şamê kuştî hat dîtin.

Nûçegihanê me diyar kir ku cenazeyê Mihemed Elî duh êvarî li mezreya ku lê dixebitî hat dîtin. Lê agahiyên der barê sedemên kuştina wî û nasnamya kujeran de nehatin zanîn.

(bb)

ANHA