Ciwanan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan

Ciwanên herêma Firatê û Minbicê bi meşeke girseyî daxwaza azadiya fîzîkê ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Ciwanan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Ciwanan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Ciwanan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Ciwanan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Ciwanan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Ciwanan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Ciwanan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Ciwanan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
8 mijdar, 2023   17:43
KOBANÊ

Meş bi dirûşmên "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′,′′ Jin Jiyan Azadî′′û ′′ Cenga azadiyê ser bixe′′ ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê ve hate organîzekirin. 

Ciwanan ji deriyê başûr ê ketina bajarê Kobanê ber bi gundê Elpelûr ve meşiya. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin vekirin û dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe","Hilweşe komploya navneteweyî", "Berxwedan jiyan e" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.

Ciwanan ku 12 km metreyan meşiyan, bajarê Kobanê û gundê Mînasê jî derbas kirin li gundê Elpelûr ê ku Rêber Abdullah Ocalan lê dima, meşa xwe bi dawî kir.

Li wir hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê Avaşîn Misto bang li ciwanên herêmê û Kurdistanê kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan asta têkoşîna xwe bilind bikin û bi xurtî beşdarî pêngava cîhanî bibin.

Avaşîn Misto wiha domand: "Tevî tecrîda giran a dewleta Tirk a dagirker  li dijî Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye, lê Rêbertî li ber xwe dide û piştrast dike ku şoreşa ku wî dest pê kiriye dê gurtir bibe. Ji ber wê jî divê em xwedî li fikr û têkoşîna wî derkevin û wan li nav civakê belav dikin.′′

Di dawiya axaftina xwe de Avaşîn Misto anî ziman ku tevahî gelên cîhanê Şoreşa Rojava wek şoreşa jinan nas dikin ′′Gelê Rojava bi saya fikrê Rêbertî terorîzm têk bir.′′

Çalakî bi siloganên "Bê Serok jiyan nabe" û "Berxwedan jiyan e " bi dawî bû.

(mh)

ANHA