Di semînerekê de felsefeya azadiya jinan hat vegotin

Meclisa Jinan a PYD′ê bi boneya 25′ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê semînerek li ser felsefeiya azadiya jinan a Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, da.

Di semînerekê de felsefeya azadiya jinan hat vegotin
Di semînerekê de felsefeya azadiya jinan hat vegotin
Di semînerekê de felsefeya azadiya jinan hat vegotin
Di semînerekê de felsefeya azadiya jinan hat vegotin
Di semînerekê de felsefeya azadiya jinan hat vegotin
8 mijdar 2023   17:26
HELEB

Bi nêzîkbûna 25′ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanê re, Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) semînerek li navenda Şehîd Gelhat a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê da.

Semîner bi amadebûna endamên PYD'ê hate dayîn. Rêvebera PYD'ê Zeyneb Elî destnîşan kir ku dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" ne ji valahiyê hatiye û girêdaneke xurt di navbera wateyên van peyvan de heye.

Zeyneb got: "Rizgariya jinan û têkoşîna wan bi tevgera Apoyîtiyê re derket pêş. Rêber Abdullah Ocalan rêya azadiyê nîşanî jinan da û azadiya wan bi azadiya civakan ve girê da, ji ber wê jî pergalên desthilatdar hewl didin bi hemû rêbazan îrade û azadiya jinan têk bibin."

(mh)

ANHA