Ciwan li dijî ‘Danezana Destûrî’ meşiyan

Ciwanan bi dirûşma "Bi têkoşîna ciwanan em ê destûreke demokratîk û Sûriyeya demokratîk ava bikin" nerazîbûn nîşanî "Danezana Destûrî" ya desthilata Şamê da û diyar kir ku danezan nûnertiya gel nake û mafên jinan mîsoger nake.

24 adar, 2025   15:55
REQA

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê bi armanca redkirina Danezana Destûrî ya ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye îmzekirin, meşek li dar xist. Bi sedan ciwanên ji Reqa, Tebqa û Dêrazorê beşdarî meşê bûn.

Ciwanan ji pêşiya Nexweşxaneya Firat a li bajarê Reqayê dest bi meşekê kir û li Qada Jina Azad sekinîn. Li wir hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Avaşîn Misto daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku şoreşa Sûriyeyê di sala 2011’an bi armanca rûxandina rejîma dîktator û bidawîkirina zilmê dest pê kir.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin: "Ciwanan ji bo parastina herêmê ji êrişên rejîmê û komên tundraw ên wekî DAIŞ’ê; YPG, YPJ û QSD ava kirin û herêm ji terorê rizgar kir. Ev hêz di hevsengiya Sûriyeyê de bûye hêzeke sereke."

Hate gotin Danezana Destûrî nûnertiya hêviyên gel nake, lê pergala despot bi rengekî nû zindî dike. Her wiha hate gotin divê beşdariya rasteqîn a ciwanan di tevahî qadan de hebe. Hate diyarkirin ku destûra mafên ciwanan mîsoger nake, bi tu awayan nayê qebûlkirin.

Piştî xwendina daxuyaniyê dirûşmên "Bijî berxwedana Rêber Abdullah Ocalan" û "Bijî berxwedana QSD’ê" hatin berzkirin.

(bb)

ANHA