Civînên Hêzên Ewlekariyê bi gel re têkildarî narkotîkê berdewam in

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji şêniyan re civînan li dar dixe, aliyên ku hewl didin bi rêya narkotîkê şerê wan bikin aşkera dike. Di heman demê de xetere û encamên belavbûna vê diyardeyê û mekanîmzeya têkoşîna li hember wê li ser asta civakî û ewlehî şîrove dike.

Civînên Hêzên Ewlekariyê bi gel re têkildarî narkotîkê berdewam in
Civînên Hêzên Ewlekariyê bi gel re têkildarî narkotîkê berdewam in
Civînên Hêzên Ewlekariyê bi gel re têkildarî narkotîkê berdewam in
Civînên Hêzên Ewlekariyê bi gel re têkildarî narkotîkê berdewam in
Civînên Hêzên Ewlekariyê bi gel re têkildarî narkotîkê berdewam in
Civînên Hêzên Ewlekariyê bi gel re têkildarî narkotîkê berdewam in
Civînên Hêzên Ewlekariyê bi gel re têkildarî narkotîkê berdewam in
25 îlon, 2024   15:34
QAMIŞLO

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewldanên xwe yên têkoşîna li dijî narkotîkê didomîne. Di vê çarçoveyê de civînan bi gel re li dar dixe.

Beşên pispor ên Hêzên Têkoşîna li dijî Narkotîkê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gorî bernameya ku fermandariya hêzê daniye, bi şêniyên bajarê ÇIlaxa yê kantona Hesekê re civiya.

Bi dehan şêniyên bajêr û rûspî, hevserokên komîn, meclisên bajêr û bajarokan, endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê yên bajêr, endamên saziyên civaka sivîl tev li civînê bûn.

Endamê Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Narkotîkê ya Çilaxayê Mihemed Şahîn aliyên ku hewl didin narkotîkê derbasî herêmê bikin û tê de belav bikin aşkera kir û got: "Hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, Meclisa Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) ne."

Şahîn îşaret bi armancên wan aliyan kir û got: "Dixwazin civakê ji hev bixin. Ewlehiya li herêmê têk bibin. Ev diyarde sedema gelek sûcan e. Di encamê de tevlihevî belav dibe. Bandor li beşa ciwanan û jinan dibe."

Şahîn narkotîk, bi şerekî taybet wesifand ku aliyên navborî li idjî herêmê dikin piştî ku di aliyê leşkerî de nekarî şerê gelê herêmê bikin, Hêzên Sûriya Demorkatîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn planên wan ên dagirkirina herêmê têk bibin.

Şahîn balkişand ser xalên ku şênî dikarin pê rê li pêşiya narkotîkê bigirin û got: "Hêzên ewlehiyê tenê nikarin vê diyardeyê tune bikin. Dibe bazirganên narkotîkê bigire û qaçaxçitiya wê rawestîne, lê divê şênî çavdêriya zarok û ewladên xwe û derdora xwe bikin. Divê di vî alî de her kes hevgirtî be."

Endamê Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Narkotîkê Ayid Sefûk jî di civînê de axivî û cureyên narkotîkê yên ku aliyên navborî dixwazin wê li herêmê belav bikin, bi bîr xistin û bang li her kesî kir ku baldar bin, ger tevgerên bi guman dîtin agahî bidin aliyên têkildarî.

Herî dawî Hêzên Ewlekariya Hundirîn duh li bajarê Dêrikê bi şêniyan re der barê heman mijarê de civiyabû.

(şx)

ANHA