Şêniyên Şedadê 2 şehîdên QSD`ê oxir kirin

Şêniyên bajarê Şedadê di merasîma oxirkirina şehîd Ziyad Hesan El Îbrahîm û Ebûd Mehmûd El Hemadê de gotin ew dev ji rêya şehîdan bernadin.

25 îlon, 2024   15:19
HESEKÊ

Bi dehan şêniyên bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê, endamên saziyên sivîl û xizmetguzariyê, şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li goristana şehîdan a bajêr kom bûn û cenazeyên şehîd Ziyad El Îbrahîm û Ebûd El Hemadê veşartin.

Her du şervan 23`yê Îlonê li herêma Hewayic Zîban a kantona Dêrazorê şehîd bûbûn.

Di merasîma oxirkirinê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Necah El Salih axivî û got: “Em du lehengan oxir dikin ku ji bo ku em di nava ewlehiyê de bijîn, canê xwe feda kirin. Em ji her du malbatan re sersaxiyê dixwazin."

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya bajarê Şedadê Heysem El Reşîd wiha axivî: "Şehîd ne tenê ew leheng in ku ji bo azadiyê û edaletê canê xwe feda kirine, ew sembola hêz û vîna civakê ne."

El Reşîd ji malbatên şehîdan û hevalên şehîdan re sersaxî xwest û soza şopandina rêya wan da.

Piştî bidawîbûna axaftinan, wesîqeyên şehadetê yên her du şehîdan hate xwendin û radestî malbatê kirin.

Di dawiyê de hevalên şehîdan, cenazeyên her du şehîdan hildan û di nava tilîliyên dayikan de spartin axê.

(şx)

ANHA