SOHR: Di Îlonê de 11 kes li Derayê hatin kuştin

Li Derayê di êrişên cuda de 11 kes hatin kuştin û 26 kesên din jî birîndar bûn.

SOHR: Di Îlonê de 11 kes li Derayê hatin kuştin
25 îlon, 2024   16:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku di Îlonê de, di encama 24 bûyerên tevliheviya ewlehiyê li başûrê Derayê de 11 kes hatin kuştin û 26 kesên din jî birîndar bûn.

Hejmarên heyî nîşan didin ku rewşa ewlehî ya li Derayê tevlihev e, nexasim piştî ʹlihevkirinênʹ hikumeta Şamê pêk anîne.

Çavdêr diyar dikin ku li pişt van bûyerên tevliheviyê ji rêbirînê, revandina welatiyên Sûriyeyî û Urdunî saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê hene.

Di van demên dawîn de li ser rêyên sereke welatî tên revandin, ev bûyer jî li bûyerên din ên qetilkirin û sûîqastkirinan zêde dibe.

(fr)