Civîna koma nivîsînê ya Komîsyona Meclisê dest pê kir

Li Enqerê civîna 6’an a koma nivîsînê ya Komîsyona Demokrasî, Xwîşk-Biratî û Hevgirtina Mîllî ya Meclisê dest pê kir.

Civîna koma nivîsînê ya Komîsyona Meclisê dest pê kir
16 sibat, 2026   15:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên Komîsyona Demokrasî, Xwîşk-Biratî Hevgirtina Mîllî yên partiyên siyasî ku di nivîsandina raporê de hatinê peywîrdarkirin bi Serokiya Numan Kurtulmuş, civiyan. Endamê Komîsyonê yê DEM Partiyê Cengîz Çiçek, Cigirê Serokê MHPê û endamê komîsyonê Fetî Yildiz, endamê komîsyonê yê CHPê Murat Emîr, endamê komîsyonê yê AKPê Abdulhamît Gul û endamê komîsyonê yê Koma Yenîyolê Bulent Kaya ku ji bo nivîsandina raporê hatine diyarkirin tevlî civînê bûn.

Tê payîn ku di civînê de li ser pêşnûmeya rapora hevpar a partiyên siyasî re hatibû şandin dê nîqaş bên kirin û ji bo amadekirina rapora hevpar plansazî bên kirin.