Ji Amedê 25 TIR’ên alîkariyê ji bo Kobanê hate şandin

25 TIR’ên alikariyê yên ji aliyê Platforma Piştevaniyê ya Parastina Bajêr a Amedê hatin komkirin, ji Amedê ber bi Pirsûsê ve ji bo Kobanê hate şandin.

Ji Amedê 25 TIR’ên alîkariyê ji bo Kobanê hate şandin
30 ÇILE, 2026   13:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya “Kampanyaya Alîkarî ji bo Kobanê” ya ji aliyê Platforma Piştevaniyê ya Parastina Bajêr a Amedê ve hatibû destpêkirin, 25 TIR alîkarî hate komkirin. TIR’ên alîkariyê ji Amedê ber bi Kobanê bi rê ketin. Di wesayîtan de kelûpelên wek av, şîr, mamayên zarokan, betaniye, sobe û xurek cih digirin.

Têkildarî alîkariyên ku li Navenda Fûar a Navnetweyî ya Mezopotamyayê daxuyanî hate dayîn. Berdevkê Platforma Piştevaniyê ya Parastina Bajêr a Amedê Mahsûm Çiya Korkmaz axivî û destnîşan kir ku li Rojava pirgirêka pêdiviyên bingehîn ên zarok, kal û jinan heye û ev tişt got: “Di nava du rojan de di me 25 TIR alîkarî amade kir. Di nava wesayîtan de av, mamayên zarokan, sobe û kelûpelên bingehîn hene. Ev alîkarî ji bo bighîjin gelên li Kobanê têkoşîna jiyanê didin bi rê ketin.”

Piştî daxuyaniyê TIR ji bo biçin Kobanê ji Amedê ber bi Pirsûsê bi rê ketin