Çîrokeke têkoşînê; Sebîha Mihemed

Sebîha Mihemed ji bo ku debara malbata xwe peyda bike, fêrî sererastkirina papûr û sobeyan bûye.

Çîrokeke têkoşînê; Sebîha Mihemed
Çîrokeke têkoşînê; Sebîha Mihemed
Çîrokeke têkoşînê; Sebîha Mihemed
Çîrokeke têkoşînê; Sebîha Mihemed
Çîrokeke têkoşînê; Sebîha Mihemed
20 kanûn, 2023   05:38
REQA
ENES MIHEMED

Sebîha Mihemed (40) jineke têkoşer e û li rex xwedîkirina 6 zarokan di sererastkirina papûr û sobeyan de jî kar dike. 

Ji gundekî Ezazê ya dagirkirî ye. Tevî hevjîn û zarokên xwe bar kiriye Reqayê, lê belê beriya 2 salan hevjînê wê ji ber nexweşiyê wefat kir.

Sebîha li taxa El Mişleb dimîne. Ji bo peydakirina debarê û pêdiviyên zarokên xwe, rojane 3 kîlometreyan dimeşe heta bigihêje dikana xwe ya li taxa Rimêle.

Li rex sererastkirina papûr û sobeyan, Sebîha karê spîkeriyê jî dike.

Der barê karê xwe de Sebîhayê got: “Hevjînê min ji ber kanserê wefat kir. Lê beriya wefat bike, ev pîşe fêrî min kir, ji bo ku debara xwe û pêdiviyên zarokên xwe peyda bikim.”

Sebîhayê diyar kir ku pereyên ji vî karî qezenc dike têra malbata wê nakin. Her wiha hêvî dike ku tevahî amûrên ji bo karê wê pêwîst in, bi dest bixe.

Sebîhayê wiha li gotinên xwe zêde kir: "Ez bi xwe serbilind im, ji ber ku dikarim kar bikim, pêdiviyên zarokên xwe peyda bikim. Ruxmî ku karekî zehmet e, lê belê ji parsê bi sed carî baştir e.”

(şx)

ANHA